231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin

  • rojane
  • 21:30 20 Îlon 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 27 hezar û 688 kes jî pê ketin.
 
Li gor daneyên Covîd-19'ê yên rojane yên Wezareta Tenduristiyê, di 24 saetên dawî de 346 hezar û 435 test hatine kirin û 27 hezar û 688 kes jî bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine.