Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin

  • rojane
  • 14:32 18 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Midurê hilbijartinê yê navçeyên Çatalpinar, Çamaş û Fatsa yên Ordûyê Erdogan Kisacik ji sûcê tacîza zayendî hat girtin. 
 
Erdogan Kisacik ku li navçeyên Çatalpinar, Çamaş û Fatsa yên Ordûyê peywira midurtiya hilbijartinê dikir, bi sûcdariya tacîza zayendî hat girtin. Li gorî nûçeya Rojnameya Dûvarê, jina bi navê Elîf B. ku bi hevjînê xwe re li ber berdanê ye beriya 10 rojan ji bo alîkariya parêzer bi Kisacik re hevdîtinê dike. Ev hevdîtin li odeya Kisacik a li Edliyeya Fatsayê pêk tê. Dema hevdîtinê Kisacik Elîf B. tacîz dike. Li ser vê Elîf B. ji odeya Kisacik direve û giliya wî dike. Li ser gilîkirinê derbarê Kisacik de lêpirsîn tê destpêkirin û tê binçavkirin. Herî dawî ji aliyê Dadgeriya Cezaya Silhê ve tê girtin û ew dişînin Girtîgeha Unyeyê. 
 
ENDAMTIYA WÎ HAT BETALKIRIN
 
Kisacik ku midurê navçeyên Çatalpinar, Çamaş û Fatsa yên Ordûyê bû, heta beriya 2 mehan jî weke Raportorê Lijneya Venêrînê ya Navenda Giştî ya Kizilayê peywir dikir. Piştî girtinê endamtiya Kisazik a Kizilayê hat betalkirin.