Bi îfadeya şahidê nepen ji hevseroka DBP'î re ceza hat xwestin

  • rojane
  • 12:24 6 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Di doza ku derbarê Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez de hatiye vekirin de dozger li ser îfadayên şahidê nepen ku di navbera danişînê de derketin holê ceza xwest. 
 
Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polisan di 5'ê nîsanê de li Amedê bi ser gelek  malan de girtibûn û Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez jî di nav de 26 kesan binçav kiribûn.  Di 12'ê nîsanê de Gulmez hatibû girtin û bi angaştga "endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. Di danişîna wê yekemîn ku di 6'ê îlonê de hatibû dîtin de Gulmez hatibû berdan. Îro 2'yemîn danişîna doza Gulmez li 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Gulmez tevlî danişînê nebûn lê parêzerên wê Bûrhan Arta û Hanîfî Kademîr li danişînê amade bûn. 
 
ŞAHIDÊ NEPEN DERKET HOLÊ
 
Di danişînê de heyeta dadgehê, ragihand ku di navbera danişînê de şahidê nepen ê bi navê "G11055L44F47" hatiye guhdarkirin û îfadeyên wî li dosyayê hatine zêdekirin û piştre mafê axaftinê da dozgerê dozê. Dozger, diyar kir ku daxwaza wan berfirehkirina peyketinê tune ye û mutalaaya derbarê Gulmez de pêşkêşî dadgehê kir. Dozger, îfadeyên şahidê nepen esas girt û bi van îfadeyan bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" ji 7 salan heta 15 salan ceza ji Gulmez re xwest. Şahidê nepen di îfadeyên xwe de angaşt kiriye ku Gulmez rexmî ne endama Komeleya Jinan a Rosayê ye jî bi awayekî veşarî xizmeta komeleyê dike, endama Tevgera Jinên Azad (TJA) e, ji ber sadiqbûna xwe ya rêxistinê weke "qadroya herêmî" tê nasîn û derbarê kesên nû tevlî rêxistinên bibin de lêkolînan dike. 
 
PARÊZERAN ÎTÎRAZ KIR
 
Parêzerên Gulmez li dijî mutalaayê parastina muwekîla xwe kirin û ji ber nebûna wan a dema îfadeyên şahida nepen îfadeya hatiye girtin îtîraz kirin. Her wiha parêzeran bi daxwaza ku parastineke bihûrgulî bikin daxwaza dema zêdek kir. Parêzeran daxwaza rakirian qedexeya derketina derve ya li ser Gulmez jî kir. 
 
DANIŞÎN TALOQ BÛ
 
Heyeta dadgehê, daxwaza rakirina qedexeya derketina derveyî welat a parêzeran red kir û ji bo parastina parêzeran danişînê taloqî 2'ê adara 2022'an kir.