Danişîna doza leşkerê ku Sertîp Şen qetil kiribû hate dîtin

  • rojane
  • 16:56 24 Gulan 2022
  • |
img
COLEMÊRG - Bi hinceta ku li TSK’ê peywirdar e, daxwaza girtinê ya çawişê pispor M.T. ku li Geverê jina bi navê Sertîp Şen qetil kiribû hate redkirin. 
 
Welatiya bi navê Sertîp Şen (46) di 2’yê gulana 2019’an de dema li gundê Wargenim ê Gevera Colemêrgê pezê xwe diçêrand, di encama gulebarana leşkeran de hatibû qetilkirin. Bi sedema kuştina Şen, derheqê çawişê pispor M.T. de doz hatibû vekirin û 3’yemîn danişîna dozê îro hate dîtin. Danişîn, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Esliyeyê ya Geverê hate dîtin. Di danişînê de parêzerê malbata Şen, Ramazan Kurt, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kes beşdar bûn. Bersûc M.T. jî bi sedema “hatiye peywirdarkirin” beşdarî danişînê nebû. 
 
Di danişînê de parêzeran xwest ku li herêmê keşf bê kirin, delîlên ku ji hêla cendirmeyan ve hatine vêkolandin dîsa ji hêla komeke serbixwe ve bên nirxandin û bersûc M.T bê girtin. 
 
Şandeya dadagehê piştî navbereke kin biryara xwe da. Dadgehê daxwaza girtina M.T. red kir, diyar kir ku bersûc ji ber ku di nava TSK’ê de ye gumana reva wî nîne û biryar da ku bersûc bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişîna din bibe. Her wiha danişîna dozê jî taloqî 4’ê cotmehê kir.