Li Îzmîrê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • rojane
  • 11:38 1 Nîsan 2023
  • |
img
ÎZMÎR - 17 kesên bi hinceta ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bûne li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
17 kesên duh di encama serdegirtina malan de li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan li miduriyeta polîsan hate wergirtin, hatin berdan. Hate diyarkirin ku 17 kes ji ber tev li pîrozbahiya Newrozê ya di 19’ê adarê de li Qada Gundogdûyê hatibû kirin bûne, dirûşm berzkirine û flamayên kesk û sor û zer hilgirtine û bi xwe ve kirine hatine binçavkirin.  
 
Parêzeran diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.