Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin

  • rojane
  • 13:34 8 Hezîran 2023
  • |
img
ANTALYA - Li Antalyayê 8 dayikên aştiyê bi hinceta pere ji girtiyan re şandine, hatin binçavkirin. 
 
Li Antalyayê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ku bi îdiaya “temînkirina fînansekirina rêxistinê” da destpêkirin de polîsan serê sibehê avêt ser gelek malan. Di serdegirtinên malan de dayikên aştiyê Fatma Gun, Emîne Tekmenuray, Zekiye Alak, Hulya Ayik, Huzna Goksel, Ayşe Arslan, Valîde Kaplan û Emîne Arslan bi hinceta pere ji girtiyan re şandine hatin binçavkirin. 
 
Dayikên aştiyê birin Midûriyeta Polîsan a Antalyayê û îfadeya wan hat girtin. Tê payîn îro dayikan bibin edliyeyê û îfadeyên wan bên girtin.