Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin

  • rojane
  • 13:58 8 Hezîran 2023
  • |
img

ÎZMÎR - Parastvanên mafan û hiqûqnasên li Îzmîrê bi daxuyaniyekê xwestin Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay were berdan.

 
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Îzmîrê, Hiqûqnasên ji bo Edaletê û Koma Parêzerên Hemdem, têkildarî Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Hatayê Can Atalay, li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxyanî dan. Di daxuyaniyê de dirûşm hatin berzkirin û pankarta “Ji bo Atalay azadî” hate vekirin. 
 
Li ser navê komê endamê Koma Hiqûqnasên ji bo Edaletê parêzer Aytekîn Aktaş axivî û got ku nayê qebûlkirin ku Atalay neyê berdan.  Aytekîn, bi bîr xist ku parlamenteriya Atalay di Rojnameya Fermî de jî hatiye weşandin û wiha got: “Îktîdara siyasî bi awayekî eşkere îradeya gel xesp dike. Di halê hazir de Can Atalay weke parlamenter hate hilbijartin û ji bo ku vîna hilbijêrên xwe li parlamentoyê temsîl bike, tev li xebatên qanûndanînê bibe û tev li xebatan bibe divê tavilê were berdan.”
 
Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, li ser navê ÇHD’ê parêzer Alî Ekîz û li ser navê OHD’ê jî parêzer Îmdaş Ataş axivîn û bertek nîşanî neberdana Atalay dan. Di axaftinan de bang li îktîdarê hat kirin ku tavilê Atalay berde û peyamên domandina têkoşînê hatin dayîn.