Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin

  • rojane
  • 14:19 8 Hezîran 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Di encama serdegirtina malê ya li Nisêbînê de jina bi navê Rewşen Gurun hate binçavkirin. 
 
Îro di danê sibehê de polîsan li Nisêbîn a Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Li gorî agahiyên li ber dest, di encama serdegirtinan de jina bi navê Rewşen Gurun hate binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku hinek kesên din ên navên wan nehatin zanîn jî hatine binçavkirin.