Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê

  • rojane
  • 14:22 8 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Rojnamevan Hafiz Akdemîr di salvegera 31'emîn de hat bibîranîn. Rêveberê DFG'ê Kadrî Esen di bîranînê de axivî û got: “Pênûsa hevalên me di destê me de ye û em ê li ser şopa wan bimeşin." 
 
Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafîz Akdemîr ku di 8'ê hezîrana 1992'an de hat qetilkirin, li kuçeya ku navê lê hat kirin a li Cadeya Melîk Ahmet a navçeya Sûra Amedê hat bibîranîn. Rêveber û endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), rêveber û endamên Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xebatkarên çapemeniya azad û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Piştî meşa bêdeng a li kuçeya ku 31 sal berê Hafiz Akdemîr lê hatibû qetilkirin, li cihê ku jiyana xwe ji dest da merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Rojnamevanan di bîranînê de wêneyên Akdemîr hilgirtin. 
 
‘KUJERÊ AKDEMÎR KONTRA YE’
 
Di bîranînê de rêveberê DFG'ê Kadrî Esen axivî û diyar kir ku di salên 90'î de rojnameger bi gelek zehmetî û zextên dijwar re rîbirû diman û wiha got: "Bi dehan rojnameger li naverasta cade û kuçeyan dihatin qetilkirin." Esen bi bîr xist ku saziyên rojnameyan hatin bombekirin û wiha axivî: "Yek ji wan Hafîz Akdemîr bû. Di ser qetilkirina wî re 31 sal derbas bûn, lê her çend kujerên wî hatin teşhîskirin û darizandin jî, piştre hatin berdan. Yên ku hatin cezakirin jî piştî demekê hatin berdan. Herkes dizane ku kujerê Akdemîr kontra ye û desthilata AKP-MHP’ê bi van kontrayan re tifaq kiriye. Tu kes naxwaze rastî derbikeve holê û gelek hevalên me yên rojnameger ji ber vê sedemê hatin binçavkirin."
 
16 ROJNAMEGERÊN GIRTÎ BI BÎR XIST
 
Esen operasyon li dijî rojnamegerên kurd a li Amedê ku sala par rojek wek îro pêk hat bi bîr xist û got: "Di encama operasyonê de 16 rojnameger hatin girtin. Di meha pêşiya me de doza rojnamegerên girtî wê bê lidarxistin. Dê neheqiya ku li hevalên me hatiye kirin, di dozê de derkeve holê. Em ê hemû di 11'ê tîrmehê de vê rastiyê bibînin."
 
‘PÊNÛSA WAN DI DESTÊ ME DE YE’
 
Esen di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em çiqasî bên qetilkirin, binçavkirin û girtin jî bila bê zanîn ku dengê heqîqetê li kolanên Kurdistanê kêm nabe. Pênûsa hevalên me yên hatin qetilkirin di destê me de ye û li ser rêya wan em ê bi pêş ve biçin. Ji ber vê yekê em, di şexsê Hafiz Akdemîr de hevalên xwe yên hatin qetilkirin ji bîr nekin."
 
Piştî axaftina Esen, beşdaran qerenfîl danîn cihê ku Akdemîr lê hatiye qetilkirin. 
 
Her wiha malbata Akdemîr jî li ser gora wî ya li gundê Sîsê yê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve merasîmek bîranînê li dar xist.