Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin

  • rojane
  • 15:42 8 Hezîran 2023
  • |
img
ENQERE - Rojnamevan Firat Can Arslan duh hatibû binçavkirin. Hat zanîn ku Arslan bi hinceta parvekirinên li ser medya dîjîtal tê sûcdarkirin. 
 
Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Firat Can Arslan duh li Enqereyê di çarçoveya lêpirsînek ku Serdozgeriya Komarê ya Kirşehîrê daye destpêkirin de hat binçavkirin. Hê jî îfadeyên Arslan nehatine girtin. 
 
Arlan li Midûriyeta Polîsan a Kirşehîrê tê ragirtin. Parêzeran bi Arslan re hevdîtin pêk anîn. Parêzeran têkildarî lêpirsînê agahî dan û diyar kirin ku di çarçoveya lêpirsînek di sala 2022’yan de li Konyayê hatiye destpêkirin de derbarê wî de biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Parêzeran got dosye bi biryara “bêrayebûnê” ji bo dozgeriya Kirşehîrê hatiye şandin. Parêzeran da zanîn ku sûcdariya “pesindayîna sûc û sûcdariyê” xistine stûyê Arslan û parvekirinên wî yên li ser medya dîjîtal jî wek delîl bo sûcdariye hatine nîşandan. 
 
BI PARVEKIRINÊN LI SER MEDYA DÎJÎTAL TÊ SÛCDARKIRIN 
 
Parvekirina Arslan a di 22’ê Nîsana 2022’yan de derbarê salvegera Rojnameya Kurdistan ku bi wêneyê rojnamevanên girtî re û parvekirina hevpeyvîna wî ya li gel siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle re wek sûcdariya “pesindayîna sûc û sûcdar” hincet hatiye nîşandan. 
 
Hat zanîn ku dozgerê ku lêpirsînê bi rê ve dibe çûye Midûriyeta Polîsan cem Arslan û pîşeya wî jê pirsî ye. 
 
Hat diyarkirin ku gelek pirtûkên Arslan hatine desteserkirin. Parêzeran got rewşa Arslan bi silematî ye û tê payîn sibê wî bibin edliyeyê.