Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin

  • rojane
  • 17:46 8 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Rojnamevanê girtî Abdûrrahman Gok piştî ku nameya wî ya ku ji rojnamevan Huseyîn Aykol re şandibû hat desteserkirin, vê carê bi nîşeya "Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin" nameyeke vala şand. 
 
Rojnamevan Abdûrrahman Gok di 25'ê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Demek berê nameya ku wî şandibû bi hinceta naveroka wê hatibû desteserkirin.
 
Gok, ji Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê nameyek ji hevpîşeyê xwe Huseyîn Aykol re şandibû, lê nameya wî hatibû desteserkirin. Gok vê carê vê carê bi nîşeya "Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin" nameyeke vala şand.