Doza Kobanê: Ez gotina ‘jirêdeketî’ li Diyanetê vedigerînim

  • rojane
  • 15:13 28 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Siyasetmedarê girtî Nazmî Gur diyar kir ku di Doza Kobanê de li gorî rêgezên hiqûqa dijminatiyê tên darizandin û wiha got: “Serokatiya Karên Diyanetê daxwaznameyek daye û me weke ‘jirêderketî’ pênase dike. Em vê gotinê li wan vedigerînin.” 
 
Rûniştina duyemîn a danişîna 43’yan a Doza Kobanê ku 18 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Rûniştina duyemîn a danişînê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Heval Bozdag, endamên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HEDEP’ê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din danişîn şopandin. 
 
Beşeke girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. 
 
GUR: ME TU AŞTÎ NEDÎTIN
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan û xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştre jî siyasetmedarê girtî Nazmî Gur parastina xwe kir. Gur, da zanîn ku parastina xwe li gorî usûl û esasê ji du beşan amade kiriye. Gur, diyar kir ku Tirkiye welatekî demokratîk nîne û wiha got: “Heke li welatekî azadiya îfadekirina fikr û raman tune be, mirov nikare qala dewletê bike. Xuyaye ku Tirkiye bi peymanên navneteweyî nake.”
 
‘EZ GOTINA JIRÊDERKETÎ ÎADEYÎ DIYANETÊ DIKIM’ 
 
Gur, destnîşan kir ku daxwaznameya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û Wezareta Karên Hundir li dijî mutalaayê ji dadgehê re şandî “telîmat e” û wiha dom kir: “Di wir de telîmata ‘ji TCK-314’ê ceza bidin’ heye. Di îdianameyê de têkildarî TCK-302’yê tu tawanbarî nînin. Tu eleqeya dosyayê bi her du tawanbariyan nîne. Tawanbariya di telîmatê de dih digire û hemû îdiayan red dikim. Tekane sedema tevlibûna wan a vê dozê ew e ku sûcên xwe veşêrin. Li dijî daxwaznameyên van saziyan îtîraz dikim. Dixwazim ew di vê qonaxê de ji vê dosyayê bên derxistin. Her wiha daxwaznameya Diyanetê hêj li wir e. Em weke ‘kesên jirêderketî’ pênase kiriye. Ez vê gotinê li Diyanetê vedigerînim.” 
 
‘DOZA KOMPASÊ’
 
Gur, doza heyî weke “Doza kompasê” pênase kir û wiha derbirî: “Yên ku ev kompas amade kirin jî eşkere ne. Dadgerê Doza Kobanê, Bahtiyar Çolak bû ku ji ber endamtiya rêxistina sûc hate girtin. Biryarên bi îmzeya wî hêj li şûna xwe disekinin. Sedema girtîmayîna me ew biryar in. Hûn jî weke ku Çolak qet serokatiya dadgehê nekiribe tevdigerin. Lewma mimkin nîne em qala darizandineke adilane û xala 138’an a Destûra Bingehîn bikin. 
 
Beriya twîta HDP’ê, li dijî dagirkeriya DAIŞ’ê ya li Kobanê çalakî dest pê kiribûn. Armanca ji vê dosyayê ew e ku em û siyaseta me bê tesfiyekirin. Em ji ber nîşeya Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya sala 2018’an hatin binçavkirin. Yên ku ev kompas dane destpêkirin dê nekarin daxwaza me ya ji bo siyaseta demokratîk bi dawî bikin. Banga min ji bo şandeya dadgehê ye; an li gorî Destûra Bingehîn tevbigerin an jî biryareke navberê ya ‘em ê li gorî destûra bingehîn tevnegerin’ bidin. 
 
Doza Kobanê di qada navneteweyî de jî tê şopandin. Vê dozê Tirkiye noqteyeke wisa ku an dê bi hiqûqê bike an jî hîç! Hûn nikarin bi rêgezên hiqûqa dijminatiyê me bidarizînin. Di îdianame û mutalaayê de pirsgirêkeke cidî ya ziman heye. Sûc xûmam e û zimanê hiqûqê nehatiye bikaranîn. Zimanê darazê yê Tirkiyeyê, ne zimanê gel e. 
 
Destûr nehat dayîn ku parêzerên min tev li danişîna min a li Dadgeha Cezayên Silhê ya Enqereyê bibin ku biryara girtinê hatibû dayîn. Dema parêzer sedema astengkirinê dipirsin jî polîs bersiva ‘ez dewlet im’ didin. Em jî dizanin ku dewleta polîsan e lê evqas jî ne. 
 
KOMPAS BI TAYÎNKIRINA AHMET ALTU DEST PÊ DIKE 
 
Biryara nepeniyê ya li ser dosyayê, asteng kir ku ez û parêzerên min li dijî yekîneyên lêpirsînê parastineke baş bikin. Mixabin heman helwestê hûn jî didomînin. Tu aliyekî hiqûqî ya biryara nepeniyê ya li ser dosyaya me nîne. Dosya 6 salan vekirî ma ye. Armanc jî ew e ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag girtî bihêlin. Kompas ji wir dest pê dike. Kompas, bi tayînkirina dozger Ahmet Altun dest pê dike. Eşkereye ku tiliya saîkên siyasî di vê biryara nepeniyê de heye.”
 
Parastina Gur dê piştî navberê bidome.