Bi ser Komkujiya Roboskê re 143 meh derbas bûn

  • rojane
  • 15:14 28 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Hewldana ji bo Roboskê Edalet bi boneya meha 143’yemîn a Komkujiya Roboskê daxuyanî da û wiha got: “Divê dewlet bi komkujiya pêk anî re hevrû bibe.” 
 
Hewldana ji bo Roboskê Edalet, bi boneya meha 143’yemîn a Komkujiya Roboskê li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Roboskê êdî tu caran” hate vekirin û daxuyanî ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç ve hate xwendin. 
 
‘EV 12 SAL IN EM LI PEY EDALETÊ NE’
 
Saraç, diyar kir ku Komkujiya Roboskê komkujiyeke pir hovane ye û wiha got: “34 kesên ku tekane çavkaniya debara wan bazirganiya li ser sînor bû hatin qetilkirin. Ev 12 sal in edalet pêk nehatiye û em jî dê li pey edaletê bin. Heta ku berpirsyar tên darizandin jî dê ev lêgerîna me bidome. Tiştên duh li Roboskê qewimîn îro li Xezeyê diqewimin. Dewlet divê bi komkujiya kirî re hevrû bibe. Heta ku edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî.”