Rêxistinên hiqûqê: Bila kesên Tahir Elçî qetil kirin bên eşkerekirin

  • rojane
  • 15:47 28 Mijdar 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran bi boneya salvegera qetilkirina Tahir Elçî daxuyanî dan û wiha gotin: “Bila faîl bên eşkerekirin û cezakirin. Di vê rêyê de têkoşîna me dê heta dawiyê bidome.” 

 
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara sala 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li Sûr a Amedê hate qetilkirin. Bi boneya 8’emîn salvegera qetilkirina Elçî, rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran daxuyanî dan. Di daxuyaniyên bi pêşengtiya rêxistinên hiqûqê de hat xwestin ku faîlên Tahîr Elçî bên girtin û cezakirin. 
 
Di vê çarçoveyê de li bajarên Edene, Antalya, Mêrsîn, Îzmîr, Ankara, Wan û Stenbolê daxuyanî hatin dayîn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek welatî tev li daxuyaniyan bûn. Di daxuyaniyan de wêneyên Tahir Elçî hatin hilgirtin, pankarta “Em ê te ji bîr nekin” hate vekirin û Elçî hat bibîranîn. 
 
Çalakvanan xwestin ku faîlên Tahir Elçî bên girtin û cezakirin. Her wiha beşdaran diyar kirin ku dê têkoşîna wan bidome.