Xemsariya Qeyûm a lêhiyê: Hişyarî nehatin guhdarîkirin

  • rojane
  • 16:54 28 Mijdar 2023
  • |
img
ÊLIH - Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr destnîşan kir ku qeyûm li hişyariyan guhdar nekir û anî ziman ku rêzexemsariyên qeyûm rê li ber mirinan vekirin. 
 
Hevşaredarên Êlihê yên li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin Songul Korkmaz û Mehmet Demîr têkildarî lêhiya di 19’ê mijdarê de ku di encamê de ji heman malbatê 3 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû, daxuyanî dan. Daxuyanî li Otela Hasankeyfê hat dayîn û rêveberên bajêr ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevşaredar Mehmet Demîr di civîna çapemeniyê de destnîşan kir ku ew di kêliyên ewil ên lêhiyê de li qadê bûn û diyar kir ku ew ji ber mexdûriyetên hatine jiyîn, daxuyaniya xwe biderengî dan. 
 
XEMSARÎ HATIN RÊZKIRIN 
 
Demîr, da zanîn ku beriya lêhî rabe hişyarî hatine kirin lê qeyûm tevdîr negirtine û ev tişt anî ziman: "Paqijiya menfezên ber deriyê çem nehatin kirin, hesin li deriyên menfezan nexistin. Qeyûmê berî me, beriya ku rêgeha çem çêbike, analîzên teknîkî nekirin. Karûbarên teknîkî yên ji bo ava çem bigire hatine çêkirin, av negirt, li şûna wê tije xaniyên yekqatî û baxçeyên wan kir. Av di taxên jêr de kom bû û tevî heriyê bû karesat. Ji bajarên derdorê jî an alîkarî nehat xwestin an jî tevî ku hate xwestin bêbersiv hate hiştin."  
 
BERPIRSYAR QEYÛM E 
 
Demîr, bal kişand ser xebatên xwe yên beriya lêhiyê û wiha pê de çû: “Heke qeyûm îradeya gel xesp nekiriba dê ev keraset nehata jiyîn. Me wek pêşbînî ev karesate dît û dest bi xebatên îstîmlaqê kir. Me li wê herêmê Cadeya Çamlibel vekir. Me îstîmlaqên hewce kirin û bi welatiyan re ser vê yekê hevdîtin pêk anîn. Cihên ku welatî lê rûdinin ji bo ku em bikin qadên park, me plansazî kirin û hevdîtin kirin. Me ji cihên ku astengî nekişand nêzî mîtroyekê dîwarên beton çêkirin da ku kes neyê li wan deran xanî çêneke. Bêyî ku em kesên din qaneh bikin û cihên derdora çem îstîmlaq bikin, qeyûm hate tayînkirin."
 
Demîr, bi bîr xist ku wan bi zanebûna talûkeyên, li bajêr plansaziya stratejiya 5 salan çêkirin û ev agahî parve kir: “Me biryar da ku di sala 2020’an de hemû binesazî û joresaziya 5 taxên Êlihê çêkin. Me plansaziya taxên Bahçelîevler, Şafak, Saglik, Aydinlik Evler û Karşiyaka ku ava qaçax hem fizîkî û hem jî îdarî zêde ye, kir plansaziya xwe de. Me ji bo sala 2021’an jî taxên Petrol Kent, Hurriyet, Seyîtler û güney Kentê xistibû plansaziya xwe de. Heke qeyûm nehatiba tayînkirin dê tevahiya xebatên binesaziya bajêr bihata çêkirin û dê ev keraset nahata jiyîn. Dê di nava 5 salan de tevahiya binesazî û joresaziya xizmetên cemaweriya 25 taxên Êlihê biqediyana." 
 
‘DÊ GEL BERSIVÊ BIDE’
 
Di dawiya axaftina xwe de Demîr da zanîn ku polîtîkayên qeyûm rê li ber karesatan vekir û wiha axivî: “Polîtîkayên derveyî kanûnî, nelirêtî, dizî, bêqanûnî û daxwazên şêniyên bajaran piştguhkirin jiyana welatiyan tunehesibandine. Em pê dizanin ku dê gelê me bersiva pêwîst bide qeyûman. Bila gelê me rehet be, dê hemû hesabên talan û bêhiqûqiyan were pirsîn."