ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 29 Mijdar 2023
  • |
img
* Li Şirnexê 8 sal in çalakiyên 25’ê Mijdarê tên qedexekirin û her sal di wê rojê de jin rastî tundiya dewletê tên. Îsal jî jinên ku rastî tundiyê hatin anîn ziman ku êriş li dijî têkoşîna jina kurd e û gotin: "Em ê paş ve gav neavêjin. Em ê polîtîkayên tundî û qirkeriyê teşhîr bikin û em ê li qadan bin." 
 
* Amediyan diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştiya kurdan û gelên Rojhilata Navîn têdikoşe û gotin: "Ger tecrîd bê rakirin dê aştî bê û dê gel bi awayekî wekhev bii hev re bijîn." 
 
* Hevserokê Şaxa ÎHD a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci ragihand ku li 104 girtîgehan bi daxwaza "Azadî ji Abdullah Ocalan" re çalakiyên greva birçîbûnê hene û got: "Em mecbûr in bibin dengê girtiyan." 
 
* Hunermendê NÇM'ê Engîn Cengîz anî ziman ku di salên dawî de 25 çalakiyên wan bi awayekî "bêhincet" hatine qedexekirin û got: "Desthilat piştî ku derdorên rêxistinkirî diçewisîne berê xwe dide derdorên din." 
 
* Veysî Guneşê OHD'î diyar kir ku dê hewldanên wan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidomin û got: "Nêzîkatiya li hember birêz Ocalan nêzîkatiya li hemberî meseleya kurd, statuya kurdan û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye." 
 
* Doza bi îdiaya “heqaretê” li Emîne Şenyaşar hatiye vekirin dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê bê lidarxistin. (09.00)
 
* Doza ku bi hinceta xutbe û weazên kurdî li 23 endam û rêveberên DÎAYDER’ê hatiye vekirin dê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (09.55)
 
* Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)
 
* Doza têkildarî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî hatiye vekirin dê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.30) 
 
* Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dê li avahiya xwe kongreya xwe li dar bixe. (13.00) 
 
* Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari piştî serdana esnafên Rihayê dê li pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan bi gel re bicive. (11.00-17.00) ZINDÎ
 
* HEDEP dê bi mebesta piştevaniya bi xelkê Filistînê re li Amedê û ESP jî dê li Îzmîrê daxuyaniyê bide. (12.30-18.30) 
 
* Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dê têkildarî şewitandina înfazan û qedexeyên hevdîtinan li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyê bide. (12.30)
 
* Doza Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (14.00)