Parêzer Guneş: Nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li statuya kurdan e

  • rojane
  • 09:00 29 Mijdar 2023
  • |
img
WAN - Veysî Guneş ê OHD'î diyar kir ku dê hewldanên wan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidomin û got: "Nêzîkatiya li hember birêz Ocalan nêzîkatiya li hemberî meseleya kurd, statuya kurdan û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye." 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an vir ve di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de di bin tecrîdê de tê girtin. Ji 25'ê adara 2021'ê ve tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bo tecrîda mutleq a li Îmraliyê wekî hincet “cezayên dîsîplînê” yên hinceta wan nayên diyarkirin, tên nîşandan. Ji bo agahî ji Abdullah Ocalan bê girtin û ji bo azadiya wî ya fizîkî çalakiyên cihê reng tên lidarxistin.
 
Siyasetmedar, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û saziyên sivîl jî di nav de gelek derdor demek berê bang ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd kirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê jî di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.
 
Ji rêveberên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Wanê Veysî Guneş tecrîda li Îmraliyê nirxand.
 
'HEWL DAN KU TÊKILIYA KURDAN A BI HEQÎQETÊ RE QUT BIKIN'
 
Guneş diyar kir ku tecrîd ji komploya navdewletî heya niha dewam dike û got: "Tişta herî dawî divê were gotin, divê mirov pêşî bibêje; Hewl dan ku di navbera gelê kurd û heqîqetê de mesafeyeke mezin çêbikin. Bi komployê hewl dan ku têkiliya kurdan ya bi heqîqetê re qut bikin. Bi girtina birêz Ocalan re hewl dan ku têkiliya kurdan bi heqîqetê re qut bikin."
 
Guneş nirxandina Abdullah Ocalan ku gotibû "Çi dikin bila bikin lê dê têkiliya di navbera kurdan û Ocalan de qet qut nebe" bi bîr xist û got: "Ev heqîqet xwe ferz dike. Xwedîderketina ku ji bo tu rêberekî nebûye, îro ji bo birêz Ocalan pêk hatiye. Bi sedan kesan ji bo wwî agir berdan bedena xwe û bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan. A rast ev, tê wê wateyê ku di navbera Ocalan û kurdan de têkiliyeke xurt heye. Sedema bingehîn a pêkanîna tecrîdê ya bênavber jî, jiholêrakirina lêgerîna heqîqetê ya kurdan e." 
 
Guneş destnîşan kir ku tecrîd sûc e û got: "Armanca vê tecrîdê tunekirina têkoşîna aştî û demokrasiyê ya Abdullah Ocalan e." Guneş, wiha domand: "Di şexsê birêz Ocalan de tecrîdeke ferdî tune ye. Tecrîda ku di şexsê Ocalan de tê meşandin, îro di qadên çandî, siyasî û hiqûqî de jî xwe dide der. Bi van polîtîklayan dixwazin kurdan entegreyî pergalê bikin." 
 
'DIXWAZIN KURDAN BÊ STATU BIHÊLIN'
 
Guneş da zanîn ku desthilat dizane ku kurd çareserî û aştiyeke bêyî Abdullah Ocalan qebûl nakin û got: "Mimkun e ku mirov bibêje sedema bingehîn a polîtîkaya tecrîdê ya bi vî rengî ya bi awayekî hovane li ser Ocalan tê meşandin, bêstatûhiştina kurdan e. Sedema bingehîn a tecrîdê, bêstatûhiştina kurdan e. Ger ev gel, li ser esasekî rast pêwendiyê bi birêz Ocalan re deyne, dê aştî zûtir bê. Divê dewlet pêşî li ber vê negire. Ji bo tenduristiya birêz Ocalan fikar hene û divê dewlet bi awayekî qesdî pêşî li ber van hevdştinan negire. Meşa dawî ya Gemlîkê mînakek bû di warê têkbirina polîtîkayên dewletê de. Gelê kurd û gel, bi daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan çalakiyan li dar dixin." 
 
'NÊZÎKATIYA LI OCALAN NÊZÎKATIYA LI PIRSGIRÊKA KURD E'
 
Guneş da xuyakirin ku divê parêzer, hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar û rêxistinên girseyî yên demokratîk li hemberî tecrîda li ser Abdullah Ocalan hestiyar bin û wiha pê de çû: "Nêzîkatiya li hemberî birêz Ocalan, nêzîkatiya li hemberî meseleya kurd, nêzîkatiya li statuya kurdan e. Nêzîkatiya li demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Gava mirov li pêkanînên antîdemokratîk ên Tirkiyeyê mêze dike, a rast tê dîtin ku ev rengvedana Girtîgeha Îmraliyê ye. Hemû pêkanînên antîdemokratîk ên li Îmraliyê tên meşandin, niha li ser hemû girtîgehan û rêxistinên girseyî yên demokratîk vediguhere polîtîkayekê. Ji bo vê jî divê her kes xeteke çalakiyê ya ku azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan têxe rojevê diyar bike. Me dît ku gava birêz Ocalan daxilî pêvajoyê hat kirin, bê xeteke aştiyê ya çawa çêbû." 
 
DÊ SERLÊDAN BIDOMIN
 
Guneş bal kişand ser serlêdanên parêzer, baro û siyasetmedaran ên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û diyar kir ku serlêdan nehatine bersivandin. Guneş diyar kir ku ji bo tecrîdê bînin rojevê hin hewldanên komeleya wan jî hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di vê çarçoveyê de em her me bultena tecrîdê diweşînin. Her wiha em ê car din serî li baro, TBB û Wezareta Dadê bidin. Yekîtiya Baroyan û Wezareta Dadê bi pir bi awayekî teknîkî li pergala tecrîdê mêze dikin. Mafekî rewa tê astengkirin, lê ew wekî bûyereke hêsan lê mêze dikin. Lê em ê xebatên bi bandortir bikin."
 
MA / Rûken Polat - Mazlûm Engîndenîz