Li 104 girtîgehan çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî'

  • rojane
  • 09:03 29 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Şaxa ÎHD'a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci ragihand ku li 104 girtîgehan bi daxwaza "Azadî ji Abdullah Ocalan" re çalakiyên greva birçîbûnê hene û got: "Em mecbûr in bibin dengê girtiyan." 
 
Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku wê heta 15’ê Sibatê berdewam bike, hat destpêkirin. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci da zanîn ku li Anatolyaya Navîn li 21 bi giştî jî li 104 girtîgehan greva birçîbûnê dest pê kiriye. 
 
DAXWAZNAME JI SAZIYÊN XWEDÎ RAYE RE ŞANDINE
 
Yazmaci diyar kir ku daxwazên girtiyan zelal in û got: "Girtî dibêjin tecrîda li ser birêz Ocalan li civakê belav bûye û ji ber vê yekê azadiya birêz Ocalan di heman demê de çareserkirina meseleya kurd e. Ji ber vê yekê ev çalakî, ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û çareserkirina meseleya kurd in." Yazmaci diyar kir ku li gel greva birçîbûnê, girtiyan daxwazname û name ji saziyên fermî yên neteweyî û navneteweyî yên xwedî raye re jî şandine.
 
Yazmaci diyar kir ku divê her kes piştgiriyê bide çalakiyên li girtîgehan hatine destpêkirin û got ku girtiyên ku  wan hevdîtin wan re kiriye diyar kirine ku ger daxwazên wan pêk bên dê çalakiya xwe bi dawî bikin. Yazmaci wiha axivî: "Em mecbûr in bibin dengê girtiyan. Divê her kes di vî warî de bi berpirsyarî rabe. Tecrîda girankirî ya li ser girtiyan ji pêvajoya koronayê ve ketiye meriyetê. Bêpêwendîtî li girtiyan tê ferzkirin. Ji pêwendiya mirovî bêpar tên hoştin. Tecrîd tê sepandin. Li gel ev qasî derfetên kêm jî girtî dîsa dibin dengê civakê. Divê em bibin bersiv ji vê bangê re." 
 
GIRTÎGEHÊN ANATOLYAYA NAVÎN
 
Yazici diyar kir ku girtiyan li 21 girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiriye. Yazici girtîgehên ku grev lê dest pê kirine ragihandin: 
 
* Girtîgeha Hejmara 1 a Afyonkarahîsarê
* Girtîgeha Tîpa T a Bolvadînê
* Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê 
* Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê
* Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê
* Girtîgeha Eregliyê 
* Girtîgeha Tîpa T a Eskîşehîrê
* Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê 
* Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bunyan a Kayseriyê
* Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bunyan a Kayseriyê
* Girtîgeha Tîpa F a Hacilar a Kirikkaleyê 
* Girtîgeha Jinan a SÎncanê 
* Girtîgeha Hejmara 1 a Sîncanê
* Girtîgeha Hejmara 2 a Sîncanê 
* Girtîgeha Tîpa T a Çorûmê
* Girtîgeha Tîpa T a SÛngûrlû ya Çorûmê
* Girtîgeha Hejmara 1 a Yozgatê
* Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Yozgatê
* Girtîgeha Tîpa T a Karabukê
* Girtîgeha Tîpa T a Tokatê 
 
MA / Hakan Yalçin