ROJEVA 24'Ê SIBATA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 24 Sibat 2024
  • |
img
* Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên navçeya Dihê ya Sêrtê Evîn Ertan û Huseyîn Oktayi diyar kirin ku şaredarê heyî yê AKP’yî tenê ji bo malbata xwe dixebite û gotin: “Em ê serbikevin û em ê vê serkeftinê diyariyê hezkiriyên Çiravê û Dihê bikin.”
 
* Ji parêzerên ku ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan Dogan Adîbellî got: "Hem raporên CPT'yê û hem jî raporên ku li platformên navneteweyî tên kirin nîşan didin ku li tu welatên Ewropayê tecrîdeke bi vî rengî ya giran nehatiye dîtin.”
 
* Li Şaredariya Silopiyayê HDP dê di çarçoveya bernameya "Çalakiyên Hunerî" de çalakiyên çand û hunerî li dar bixe.
 
* Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Nûrten Karagoz ji bo "Mîtînga Azadî û Demokrasiyê" ku dê sibê li Esenyurtê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir û got: "Em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser bikevin."
 
* Hunermend Kasim Taşdogan ku ji ber stranên kurdî doz lê hatiye vekirin, bertek nîşanî qedexeyên li ser kurdî da û got: “Gelo mirov dikare ji çivîkê re bibêje 'çima tu bi vî zimanî diwîtî, bi zimanekî din biwîte?' Lê ji me re dibêjin 'Bi zimanê xwe nestrên.'" 
 
* Daîreya Cezayê ya 3’yemîn a Dadgeha Bilind qebûl kir ku hinceta dadgeha herêmî ya ji bo biryara cezayê hefsê ya li siyasetmedarê kurd Zafer Demîr birî têrî cezadayînê nake. Lê dadgehê îfadeyên kesekê din weke îfadeyên Demîr qebûl kir û cezayê hatiye dayîn erê kir.  
 
* Li Wanê di 13 mehan de 3 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Evîn Kiliç bal kişand ser tundiya zêde dibe û got: “Li pey her mirineke biguman, tundiyek heye.”
 
* Nobeta Edaletê dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00)
 
* Rojnameger Cengîz Altûn ku di 24’ê sibata 1992’yan de li Êlihê hatibû qetilkirin dê li ser gora xwe ya li Taxa Çamlicayê ya navendê bê bibîranîn. (11.00)
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê li Şirnex, Cizîr, Silopiya û Hezexê; Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî li Îdirê bi gel re bê gel hev. (11.00-19.00) ZINDÎ
 
* Xizmên Windakiriyan dê li Amed, Colemêrg, Îzmîr û Êlihê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” li dar bixin. (12.00-13.00)
 
* Çalakiya Dayikên Şemiyê dê di hefteya 987’an de li Qada Galatasarayê bidome. (12.00)
 
* Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê têkildarî pirsgirêka kurd li Hotêla Mîtanniyê daxuyaniyê bide. (12.00)
 
* DEM Partî dê li gelek bajaran buroyên hilbijartinê veke û bi gel re bê ba hev. (12.00-19.00)
 
* TJA dê li Êlih û Îzmîrê meşan li dar bixe û starta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bide. (13.00-15.00)
 
*Dê li Enqere,  Stenbol û Îzmîê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyanî bê dayîn. (13.00-13.30)