Li Şirnexê 6 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 15:27 24 Sibat 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Di dema hevdîtina bi gel re ya DEM Partiyê ya li Şirnexê de polîsan êrişî girseyê kirin û 6 kes binçav kirin. 

 
Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan,  li Şirnexê hevdîtina bi gel re hat lidarxistin. Piştî hevdîtinê jî polîsan êrişî girseyê kirin. Di êrişê de Hevşaredarê Hezexê Mûrat Şen ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin û ciwanên DEM Partiyî Vahap Admiş, Zennûr Îrmez, Huseyîn Îrmez, Firat Îke û Ahmet Kaplan hatin binçavkirin.