Ji bo komkujiyên di meha adarê de banga hevrûbûnê hat kirin

img
MÊRSÎN - Rêxistinên hiqûqî û mafê mirovan kesên di komkujiyên meha adarê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û banga hevrûbûna komkujiyê kirin.
 
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên Mêrsînê, bi daxuyaniyekê kesên di komkujiyên meha adarê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Bernameya li Parka Ozgur Çocuk hat lidarxistin û kesên di komkujiyên pîrozbahiyên Newroza salên 90’î de li Kurdistanê, Gezî, Helebçe û Kizildereyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Di bîranînê de pankarta “Me komkujiyên meha Adarê jibîr nekir û em jibîr nakin” hat vekirin. 
 
Metna daxuyaniyê ya hevpar ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Gazî Încî ve hat xwendin.
 
Încî, anî ziman ku meha adarê di hafizeya civakî de weke “dîroka komkujiyê” tê bibîranîn. Încî, bi bîr xist ku di 12’ê Adara 1995’an de piranî jê hemwelatiyên elewî li Taxa Gaziyê ya Stenbolê gelek kes hatin qetilkirin, di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Sedam Hisên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi hezaran kes qetil kir, di 16’ê Adara 1972’yan li ber Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Eczaciyan di êrişa bi bombe û çekan de gelek kes hatin qetilkirin û di 30’ê Adara 1972’yan de serokê tevgera ciwanên şoreşger a Tirkiyeyê Mahîr Çayan û rêhevalên xwe li gundê Kizildereyê hatin qetilkirin.  
 
Bi domdarî Încî anî ziman ku îktîdara heyî hêj jî komkujiyan dike û protestoyên Parka Geziyê yên di 11'ê adara 2014'an de bi bîr xist. Încî, wiha pê de çû: "Kurd, elewî, şagirtên şoreşger, zarok û jinên di meha adarê de hatin qetilkirin jî hêmayekî vê xakê bûn. Ev erdnîgarî ji hêla îdeolojiyeke yekperest ku bi sedan sala ye nirxên mirovî yên sereke tune dihesibîne ve tê birêvebirin. Ev îdeolojî di sedsala bihûrî de weke komkujî li hemû kêmneteweyan û koman vegerî." 
 
BANGA HEVRÛBÛNÊ
 
Încî, destnîşan kir ku ji bo avakirina aştiyê divê pratîkên berê bi temamî bên bidawîkirin û peymaneke civakî ya ku hemû nirxê vê erdnîgariyê esas digire bikeve meriyetê. Încî, axaftina xwe wiha qedand: "Weke saziyên ku îmzeya wan di bin vê daxuyaniyê de ye; em careke din dibêjin ku dê têkoşîna me ya ji bo peymaneke civakî ya aştiyane ku hemû mafên mirovan hatine parastin, bidome. Bila bi hemû komkujiyan re hevrû bibin da ku meha adarê tenê bibe mizgîniya biharê."  
 
Daxuyanî, bi lêxistina çepikan bi dawî bû.