DEM Partî: Em Namzetê xwe yê Antalyayê venakişînin, deng ji DEM’ê re ne

img
ANTALYA - DEM Partiyê, îdiayên ku ew ê namzetên hevşaredariyê yên Antalyayê bi paş de vekişînin derewand û wiha got: “Em bi namzetên xwe ve ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ya Antalyayê û 17 navçeyên wê têkevin hilbijartinê.”
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Antalyayê, der barê îdiayên ku ew ê di hilbjartinên herêmî de namzetên xwe bi paş de vekişînin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bi namzetên xwe ve ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ya Antalyayê û 17 navçeyên wê tev li hilbijartinan dibin.”
 
DENGÊN ME JI DEM PARTIYÊ RE
 
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Herweha; îdiayên bêbingeh û xeyalî yên wekî, em ê namzetên xwe bi paş de vekişînin, ji bo şaredariya bajarê mezin a Antalyayê me bi AKP’ê an jî CHP’ê re li hev kiriye bi temamî derew in. Hinek derdorên ‘ji bo rantê û di hilbijartinan de ji bo bi ser kevin’ tevdigerin û bi vê mexsedê agahiyan belav dikin, di çarçoveya hilbijêran arastekirin û taktîka hilbijartinê de tevdigerin. Dema ku gelê me bi 50 hezar kesan ve tev li pîrozbahiyên Newroza Antalyayê bûye ji derdorên rantxwer û mûhendîsên vê siyasetê dikin şaş û maş kirin. 
 
 
Nûçeyan piştî pîrozbahiyên Newroza Antalyayê hatine belavkirin jî vê yekê piştrast dike. Gelê me yê dilê xwe daye partiya me ne ewqas lewaz e ku bi van polîtîkayên erzan û derew berê îradeya xwe biguherîne. Dijberê vê, di hêla têgihiştina polîtîk de gelê me ji hilbijêrên herî xurt e. Em bi namzetên xwe ve tevahiya rojê li qada ne û dê teqez bi ser kevin. Em herkesi vedixînin ku li bin dora dara DEM Partiyê kom bibin û li bendê ne ku hemû hilbijrêrên me wê mohra xwe li binê dara DEM Partiyê bixin. Em bi rêzdarî ji raya giştî re diyar dikin.”