Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin

  • rojane
  • 11:04 16 Nîsan 2024
  • |
img

STENBOL - Di serdegirtinên malan ên Stenbolê de endamên DEM Partiyê jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin. 

 
Polîsan li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin. Hate zanîn ku Mehmet Sidik Mertoglû, Ahmet Korkmaz, Resûl Kaytaz, Besîm Semercî, Mûrat Arslan û Mûstafa Kara hatine binçavkirin. Hate diyarkirin ku kesên sedema binçavkirina wan nehate zanîn birine Qereqola Cendermeyan a Maslakê.