Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê

  • rojane
  • 08:53 18 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber erdhejên li pey hev li Tokatê çêbûn, li navçeyên Sulusaray, Yeşîlyurt û Artovayê ji bo rojekê navber dan perwerdeyê. 
  
Duh di saetên şevê de li Tokatê bi pileyên 4.7 û 4.1’ê du erdhej çêbûn. Ji ber erdhej bajarên derdorê jî hejiyan. Walîtiya Tokatê ragihand ku ji ber erdhejê li navçeyên Sulusaray, Yeşîlyurt û Artovayê ji bo rojekê navber dane perwerdeyê. 
 
Erdheja ewil bi pileya 4.7’ê saet di 01.06’an de çêbû û navenda wê navçeya Sulusarayê bû. Erdhej 9.97 km’an di bin erdî de çêbû. AFAD’ê ragihand ku saet di 02.35'ê de jî bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû û navenda wê navçeya Sulusaray e. Har ragihandin ku erdhej 7 km’an di bin erdî de çêbûye.