ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN

  • rojane
  • 09:01 18 Nîsan 2024
  • |
img
* Xebatkara Azadiya Welat Dîlan Oynaş ku di sala 2016'an de hat girtin û piştî 8 salan hat berdan, diyar kir ku bi vî awayî hatiye xwestin ku dengê Çapemeniya Azad bê birîn û got ku li girtîgehan li hemberî zextan berxwedan heye.
 
* Dayikên Aştiyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga têkoşînê kirin û gotin ku çalakiya girtiyan ew peyame e ku ji raya giştî dibêje "Tevbigere." 
 
* Pisporê Rojhilata Navîn Mûsa Ozûgûrlû der barê rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de axivî. Ozûgûrlû diyar kir ku êdî cîhan nikare pergala desthilatdaran tehemmul bike û arîze daye û got: "Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê gelên vê erdnîgariyê ve diyar bibe, wê demê wê pirsgirêk bi dawî bibin."
 
* Serokê Şaxa Hêjmar 3 ya Egîtîm Senê Huseyîn Tosû bertek nîşanî çalakiya MÎT'ê ya ji bo xwendekarên 5-14 salî da û got: "Divê sazî û rêxistinên ku eleqeya wan bi perwerdehiyê tune ye, têkildarî perwerdehiyê projeyan çênekin." 
 
* Girava Axtamarayê di herêmê de yek ji herêmên herî bedew ên turîzmê ye. Bi vekirina kulîlkên dara behîvan girav, kirasê biharê li xwe kir. Lê belê bihabûn li pêşiya têketina giravê astengiya herî mezin e. 
 
* Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê têkildarî Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Dokûyê li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyê bide. (10.30)
 
* Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê dê têkildarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê li avahiya platformê daxuyaniyê bide. (13.00)
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê dê li Enqereyê bidome. (15.00)
 
* DAKAP û Tora Parastina Jinê dê têkildarî cînayet û tundiya li dijî jinan ku di demên dawî de zêde bûne, li Qada Şêx Seîd a Sûr a Amedê daxuyaniyê bide. (17.00)
 
* 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dê bi pêşengtiya Şanoya Bajêr a Amedê dest pê bike. (18.30)