Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye

  • rojane
  • 09:03 18 Nîsan 2024
  • |
STENBOL - Xebatkara Azadiya Welat Dîlan Oynaş ku di sala 2016'an de hat girtin û piştî 8 salan hat berdan, diyar kir ku bi vî awayî hatiye xwestin ku dengê Çapemeniya Azad bê birîn û got ku li girtîgehan li hemberî zextan berxwedan zêde bûye.
 
Xebatkara Azadiya Welat Dîlan Oynaş ku di hezîrana 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin, di 13’ê nîsanê de ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan. Oynaş ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, tevî ku cezayê wê qediyabû jî di 27'ê nîsana 2022'yan de bi hinceta "rewşa nebaş" nehat berdan. Oynaş ku nêzî 8 salan di girtîgehê de ma, berdana wê 5 caran bi hincetên cuda hat astengkirin.
 
Oynaş da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin.
 
Oynaş li ser binpêkirinên mafan ên ku hatine kirin jî wiha got: “Silavkirin, govend û şahiyên Newrozê hemû dibûn sedema cezayên dîsîplînê. Nasnameya me ya kurdewarî qet nehat naskirin. Gelek hevalên me yên divê bên berdan, di girtîgehan de ne. Sedem ji ber ku em kurd in. Ji ber ku em poşmaniya ku ew ferz dikin qebûl nakin, nayên berdan." Oynaşê diyar kir ku li girtîgehan berxwedanek heye û ev berxwedan 40 sal in dewam dike û got: “Çawa ku di salên 1980’yî de berxwedaneke mezin hat dayîn, me îro jî bi coşeke mezin wê berxwedana pîroz berdewam kir. Hevalên me hene ku zêdeyî 30 sal in girtî ne. Lê belê ez dixwazim bibêjim ku ew her tim li ber xwe didin."
 
Oynaşê destnîşan kir ku bi girtinan hatiye xwestin ku dengê çapemeniya azad bê birîn, lê belê berevajî vê li girtîgehan li hemberî zexta berxwedan gurtir bûye.
 
TECRÎD Û GIRTÎGEH
 
Oynaş bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li zindanan û boykotkirina serdanên malbatan û telefonê û wiha berdewam kir: “Rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan vîna hemû gelan e, vîna azadiya gelê kurd e. 25 sal in li Îmraliyê bi îşkenceyên hovane re rû bi rû ye. Em tu agahiyê jê nagirin. Ji ber vê yekê em pir mereq dikin. Nêrîna parêzer û malbatên wan tê astengkirin. Di vê pêvajoyê de gaveke nû hat avêtin. Vê pêngavê bi greva birçîbûnê ya dorveger a li zindanan dest pê kir. Hemû heval bi moraleke geş beşdarî vê bûn. Piştre qonaxa nû dest pê kir. Em difikirin ku divê tecrîd ne tenê bê şikandin, divê ji holê jî were rakirin. Em dixwazin azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê misogerkirin. Her wiha, ne tenê li zindanan, li her derê tecrîd heye. Ez jî dixwazim vê yekê destnîşan bikim."
 
Oynaş anî ziman ku li girtîgehan hê jî berxwedaneke mezin tê meşandin û got: “Ez berxwedana li zindanan silav dikim. Ez dixwazim berxwedana zindanan bigihê armanca xwe û dibêjim 'Jin, jiyan, azadî.'" 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû