Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!

  • rojane
  • 10:36 24 Nîsan 2024
  • |
WAN - Prz. Erhan Çîftçîler ê bal kişand ku ATK’ê derbarê Makbûle Ozerê de di nava salekê de 3 biryarên cuda dane, diyar kir ku di rapora dawî de tercumanê ATK’ê peywîrdarê ewlehiyê ye û anî ziman ku ev yek li dijî usûlê ye. 
 
Di 24’ê tîrmeha 2018’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi ser mala Makbule Ozer (82) û Hadî Ozer (80) ên li navçeya Artemêt a Wanê dijîn de hate girtin. Pişt re hemû ferdên malbatê hatin binçavkirin. Dû re derbarê Makbûle Ozer û Hadî Ozer de bi sûcdariya “alîkariya rêxistinê” doz hate vekirin. Di encama dozê de 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li hevjînên hev Ozeran hate birîn. 
 
CEZAYÊ WÊ HATIBÛ TALOQKIRIN 
 
Piştî ku ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin, Ozer ên hevjînên hev di 9’ê gulana 2022’yan de hatin girtin û şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê. Makbûle Ozer a ji sedî 61 astengdar û gelek nexweşiyên wê hene, li ser cezayê wê salekê hate taloqkirin di 7’ê îlona 2022’yan de hate berdan. Hadî Ozer jî piştî cezayê lê hatiye birîn xelas kir, hate berdan. 
 
Piştî salekê Saziya Tiba Edlî (ATK) derbarê Makbûle Ozerê de bi awayê “dikare di girtîgehê de bimîne” rapora duyemîn amade kir. Ji ber nakokiyên rapora ewil û duyemîn Serdozgeriya Komarê ya Wanê cezayê Ozerê taloq kir û wext da ATK’ê ku raporeke din amade bike. Li ser vê yekê di 3’yê nîsana 2024’an de piştî rapora ATK’ê ya “dikare di girtîgehê de bimîne” Ozer di 22’yê nîsanê de hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.
 
Derket holê ku kesê di rapora ATK’ê amade kiriye de ji ber Ozer tirkî nizane tercumaniya kurdî kiriye “peywîrdarê ewlehiyê” ye. Parêzer Erhan Çîftçîler ê jinûve girtina Ozer nirxand, bi gotinên “ATK heta ku mirina mirovekî nêz nebe, mirovan di girtîgehê de dihêle” bertek nîşan da. 
 
‘POLÎTÎKAYÊN CIHEKARIYÊ TÊN MEŞANDIN’ 
 
Çîftçîler, bi lêv kir ku cezayê dane Ozer, girtina wê û pêvajoya ATK’ê zincîra bêhiqûqiyê ava kiriye û anî ziman ku tevî Ozer nikare bi tena serê xwe bijî jî dayîna rapora saziyên dewletê ya bi awayê “dikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne” hiqûqî nîne. 
 
Çîftçîler, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev meseleya cihekariyê ya di qanûna înfazê de; di sûcên siyasî de hatiye asteke wisa ku kes li ber mirinê jî be divê cezayê lê hatiye birîn xelas bibe. Qanûneke wisa hişk hyee. Heke ji ber qanûnên di sala 2020’an de anîn di çarçoveya sûcên siyasî de polîtîkayên evqas cihekar nehatibûna şopandin, îro em van tiştan nediaxivîn.”
 
‘RAPORA ATK’Ê KÊM Û BINAKOK E’ 
 
Çîftçîler, anî ziman ku ATK’ê nirxandineke adil û objektîf nekiriye û wiha domand: “Heke kesek ji ber nexweşiya xwe daxwaza berdanê bike, divê ewilî rapora ATK’ê wergire. ATK di vê rewşê de lê dinêre ku ew kes dikare di girtîgehê de bimîne an na. Lê mixabin ATK tu caran van serlêdanan bi awayekî objektif na nirxîne. ATK dikare li gorî cureya ‘sûc’ raporan bide.
 
Çîftçîler, bi bîr xist ku ATK’ê di doza Makbûle Ozer de di 5’ê îlona 2022’yan de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da û bal kişand ser gotinên “Ji ber nexweşiyên xwe ev kes nikare di girtîgehê de bimîne. Gelemperiyê organên Ozerê qels bûne, ji ber vê yekê nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne” yên di raporê de cih digirin. 
 
Çîftçîler, bi lêv kir ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê piştî vê raporê cezayê Ozer taloq kir û wiha lê zêde kir: “Piştî salek derbas bû, dozgerî neçare ku careke din raporê bigire û vê carê di 1’ê mijdara 2023’yan de ATK’ê berovajiyê rapora ewil, rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Dozgeriyê jî ji ber di navbera rapora ewil û ya dawî de nakokî dît û ji bo ATK vê ‘nakokiyê çareser bike’ wext da ATK’ê. ATK’ê tevî van hemû nexweşiyên Ozerê di 3’yê nîsana 2024’an de rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Di raporê de hin kêmasî û nakokî hene.”
 
TERCUMAN PEYWÎRDARÊ EWLEHIYÊ YE
 
Çîftçîler, bal kişand rapora ATK’ê ya dawî raporeke kêm û dûrî aqilan e û bi lêv kir ku ATK’ê kêmasiyên di rapora ewil de derbasî rapora dawî nekirine û ev rewş hatiye paşguhkirin.
 
Çîftçîler, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aşkereye ku rapor bi awayekî serve hatiye amadekirin. Ji bo jineke pîr nexweşxane dibêje ‘nikare di girtîgehê de bimîne’, girtîgeh jî dibêje ‘nikare bimîne’ lê ATK bi israr dibêje ‘dikare di girtîgehê de bimîne’. Ozer tirkî nizane û divê ev yek bi alîkariya tercumanekê bê amadekirin. Lê dema ATK’ê rapor amadekiriye, tercuman peyda nekiriye. Divê di rapora ATK’ê de navê tercumanî bi awayekî vekirî bê diyakirin. ATK’ê tercuman xwestiye lê Serdozgeriya Komarê ya Wanê tercuman neşandiye. Ji malbatê re gotiye, malbatê tercumanekî di lîsteya Wezareta Dadê de weke kesê pispor qeydkirî ye birine. Lê ATK’ê îtîrazî vê yekê kiriye û tercumantiya vî kesî qebûl nekiriye. ATK’ê jî ‘peywîrdarekî ewlehiyê’ anî ye û tercumantî kiriye. Ev tişteke li dijî usulê ye. Kesê ku em jê re dibêjin tercuman, di lîsteya Wezareta Dadê de kesê pispor ê fermî ye.”
 
ATK: ME NEKARÎ TESPÎT BIKIN Û RÊJEYEKÊ BIDINÊ 
 
Çîftçîler, anî ziman ku tercumanê ku ATK’ê diyar kir “nekarî tercumaniyê bike” ev bi awayekî aşkere di raporê de jî heye û wiha pê de çû: “Dema em li paragrafa 14’emîn dinêrin jî; gotinên ‘me fêmkirin û refleksa kesê tam tespît nekir û nekarî rêjeyekê jî bidine ji berk u tirkî nizane’. Di raporê de heye ku Ozer bi kursiya biteker siwarbûye. Bi milyonan mirov dizanin ku Ozer girêdayî kursiya biteker e. Di dema Ozer li girtîgehê de ma, ji ber nikariye pêdiviyên xwe bi cih bîne, bi darê zorê rabûye ser piyan û di encama ketinê de hin hestiyên wê şikestibûn. Em ê çawa bi ATK’ê bidin bawerkirin ku Ozer girêdayî kursiya biteker e? ATK dibêje ku ‘ez bawer nakim’ şansê me yê ku em bêjin hemû jiyana dayikê bi kamerayê bikişînin û ji ATK’ê re bibêjin ‘binêrin nikare bimeşe’ nîne.”
 
Çîftçîler, bi lêv kir ku rapora ATK’ê daye ji zanîstiyê dûr e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê raporên ji nexweşxaneyên dewletê an jî nexweşxaneyên zanîngehê hatine wergirtin bên pejirandin. Heke ATK ne pejirîne nayên nirxandin. Tişta ku li vir bê kirin ev e; êdî divê ev rapor li nexweşxaneyên dewletê yên baş an jî ji nexweşxaneyên zanîngehan bên wergirtin.”
 
MA / Rûken Polat