Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin

  • rojane
  • 10:43 24 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wan gundên Şehba û Minbicê bombebaran kirine. 
 
Êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li gorî nûçeya ANHA’yê di êrişên ku Kantona Şehbayê hedef tên girtin de ewilî gundên Radar û Şealê pişt re herêma di navbera navçeya Til Rifet û gundê Şêx Îsa hatiye bombebarankirin. 
 
Gundên Seyada û Dendeniyê yên dikevin rojavayê navenda bajarê Minbicê bi hewanan tên topbarankirin.