Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin

  • rojane
  • 11:08 24 Nîsan 2024
  • |
img

DÊRSIM / ŞIRNEX - Li Dêrsimê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin, ji van 2 jin hatin girtin. Li Şirnexê jî C.S. yê hatibû binçavkirin piştî karûbarên îfadeyê hate berdan.

Li navçeya Qisle ya Dêrsimê û navenda wê di 22’yê nîsanê de bi ser malan de hate girtin û 5 kes hatin binçavkirin. Her 5 kesên piştî karûbarên wan ên li midûriyeta polîsan bi dawî bûn sewqî edliyeyê hatin kirin, ji aliyê dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 
 
3 kes piştî îfadeyên li dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Emîne Surgeç û Eylem Surgeç bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” hatin girtin. 
 
ŞIRNEX
 
Di 22'yê nîsanê de li gundê Çemê Şemo yê girêdayî navenda Şirnexê bi ser mala C.S. de hate girtin û ew bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hate binçavkirin. C.S. piştî karûbarên midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin. C.S. yê piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza berdana şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hate kirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan.