Li Mereşê zarokek hate qetilkirin

  • rojane
  • 11:11 24 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mereşê Sûltan Akgul a 4 salî ji aliyê pismamê xwe A.A. yê 14 salî ve hate kuştin. 
 
Malbata Akgul a li gundê Elmalar ê Mereşê dijî piştî ku keça xwe Sûltan Akgul (4) nedîtin, cenderme agahdar kirin. Tîmên cendermeyan ên li ser îxbarê hatin gund, ji bo zarokê xebatên lêgerînê dane destpêkirin. Di encama xebatan de cenazeyê Akgulê li qadîna kêleka mala malbatê hate dîtin. Di encama lêkolîna hate kirin de li ser pêlavên pismamê Sûltan Akgul, A.A. (14) lekeyên xwînê hatin tespîtkirin. A.A.’yê hate binçavkirin sûcê xwe îtîraf kir. A.A. yê piştî karûbarên îfadeyê yên li qereqolê sewqî edliyeyê hate kirin û ji aliyê dadgehê ve hate girtin û ew şandin girtîgehê.