Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket

  • rojane
  • 12:08 24 Nîsan 2024
  • |
img
HATAY - Li Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket û êdî nikarin bên bikaranîn. 
 
Li baxçeyê B Blokê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê ya navçeya Îskenderûn a Hatayê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Ji ber şewatê konteynir êdî nikarin bên bikaranîn, tîmên agirkujiyê yên li ser îxbarê hatin cihê bûyerê şewat vemirandin. 
 
Têkildarî şewatê lêkolîn hate destpêkirin.