Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin

  • rojane
  • 19:11 24 Nîsan 2024
  • |
img
MÊRDÎN- Li Mêrdînê binçavkirin û êrişên li ser Çapemeniya Azad hatin şermezarkirin. 
 
Li Stenbol, Enqereyê  û Rihayê di serdegirtina malan de 9 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin û li Belçîkayê jî polîsan bi ser studyoyên Stêrtk TV û Medya Haber TV’yê de girtibû. Li Mêrdînê bi pêşengiya rêxistina DEM Partiyê ya bajêr û bi tevlîbûna TJA û DBP’ê li parqa Karayollarî daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “ Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hate vekirin. 
 
Di destpêka daxuyaniyê de hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Şerafettin Aslan axivî. Aslan, destnîşanî êrişên li ser çapemeniya azad kir û wiha axivî: “ Ev êrîş amadekariya êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê ye. Çapemeniya  gelê Kurd heta îro bêdeng ne maye û dê bêdeng jî nemîne. Pênûsa Apê Musa neketiye û nakeve. Generalên biçûk ê Apê Musa mezin bûne, serî natewînin. Em vê êrişa li ser çapemeniya azad şermezar dikin û dibêjin çapemeniya azad bêdeng ne maye û wê bêdeng nemîne.” 
 
‘HÊZÊN NAVNETEWÎ DIBIN PERÇEYEKE VAN ÊRIŞAN’ 
 
Piştre metna çapemeniyê ji aliyê Necla Acibuca ve hat xwendin. Acibuca jî bal kişand li ser zext, êriş û gefên ser çapemeniya azad û wiha got:” Li Stenbol, Enqere û Belçîkayê li dijî Çapemeniya Azad operasyon û êrîş hemwext hatin kirin. Li Enqere û Stenbolê 9 rojnamegerên ku di Ajansa Mezopotamya û Rojnameya Yenî Yaşam de dixebitin hatin binçavkirin. Polîsên Belçîkayê jî dîsa bê hincet avêtin ser stûdyoyên Medya Haber û Stêrk TV. Di serdegirtina ku bi saetan dewam kir de hemû belgeyên fermî û qanûnî hatin desteserkirin. Beriya her tiştî em van êrişên neheq, derqanûnî û korsan ên li ser Çapemeniya Azad şermezar dikin. Her êrîş û operasyoneke bi salan a li dijî çapemeniya Kurd nîşaneya amadekariyên êrişekr  mezintir û berfireh a li dijî gelê Kurd e. Car bi car hatiye îspatkirin ku hewldanên bêdengkirina çapemeniyê êrişên piştî wê ji nedîtî ve bên kirin. Mixabin hêzên herêmî û navneteweyî dixwazin bibin parçeyek ji van planên êrîşê. Ji aliyê din ve, şerm e ku Belçîkayê di danûstandinên xwe yên bi Tirkiyeyê re kir qurbaniya mafên mirovan, demokrasî û azadiya çapemeniyê. Em bang dikin ku demildest êrişên li dijî çapemeniya azad rawestînin û em hevgirtina xwe ya bi çapemeniya azad û muxalîf re careke din tînin ziman.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên” Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.