ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 25 Nîsan 2024
  • |
img
* Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38’an. Li gel vê 538 serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ku 38 meh in tu agahî jê nayê girtin, bê encam man.
 
* Li Rihayê xizmên girtiyên diyar kirin ku divê dawî li tecrîda ku ji Girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehên din belav bûye bê anîn.
 
* Ji ber polîtîkayên di warê tenduristiyê de, koçberiya bijîşkan didome. Ev yek bi xwe re dibe sedema kûrbûna pirsgirêka randevûyê. Ji SES'ê Abûzer Arslan got: "Eger li welatekî edalet, hiqûq û aştî tune be, wê tebduristkar jî tune bin." 
 
* 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dê bidome. (09.00-21.00)
 
* Danişîna 31’emîn a “Çapemeniyê ya KCK’ê” dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.30)
 
* Têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran dê li avahiya HDK’ê ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî bê dayîn. (11.00)
 
* Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê bên protestokirin. (13.00)
 
* Danişîna doza nûçegihanên MA û JINNEWS’ê dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (13.30)
 
* Danişîna doza rojnameger Denîz Nazlim û Yildiz Tar dê li 71’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê bê lidarxistin. (13.30)
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (13.00-17.00)
 
* Danişîna doza Parlamentera HDP’ê ya berê Semra Guzel dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (16.00)