Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin

  • rojane
  • 09:00 25 Nîsan 2024
  • |
RIHA - Li Rihayê xizmên girtiyên diyar kirin ku divê dawî li tecrîda ku ji Girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehên din belav bûye bê anîn.
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehan ji 4'ê Nîsanê ve ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo rakirina tecrîda mutleq bi dawî bibe, hevdîtinên bi malbatê û bi rêya telefonê û çûna dadgehan boyqot dikin. Li Rihayê xizmên girtiyan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin daxwazên girtiyan.
 
Vefta Tûtal ku kurê wê Mahmût Tutal ê di 30'yê Tebaxa 2015'an de li Rihayê hate girtin û di sala 2018'an de bi îdiaya "xerakirina yekitiya dewletê" 48 sal ceza lê hat birîn, diyar kir ku ew li pişta girtiyan e. Dayika Tûtalê anî ziman ku kurê wê bi awayekî neheq hatiye girtin û di dema binçavkirinê de îşkence lê hatiye kirin û got: "Divê daxwazên girtiyên me demildest bên bicihanîn. Em dixwazin edalet pêk bê. Çi dibe bila bibe em li pişta wan in."
 
Sabîha Altûn, xwişka Semîh Altûn ê di 28'ê Tebaxa 2015'an de bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê" hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn, got: "Semîh bi awayekî neheq hat girtin. Ew girtin û birin Girtîgeha Tîpa E. 15 rojan li wir ma. Paşê ew birin Osmaniye, Riha û herî dawî jî Girtîgeha Erzinganê." 
 
Altûnê bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û got: “Tenê rojê saetekê avê didin wan. Pirsgirêka ceryanê heye. Li nêzî girtîgehê kargeheke plastîkan heye. Nexweşiya astimê bi Semîh re heye û dûmana plastîkan dikeve hundirê girtîgehê. 2 sal in Semîh di hucreya yekkesî de ye. Cara dawîn 8 meh berê me karî em biçin cem wî. Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiriye, îro li hemû girtiyan belav bûye. Em xizmên girtiyan, em dixwazin ev tecrîd bê rakirin. Em di daxwazên xwe de bibiryar in." 
 
'EM DIXWAZIN XEBEREKÊ JI OCALAN BIGIRIN'
 
Dayik Husne Altûnê jî got: "Kurê min di hucreya yekkesî de tê girtin. Ne dikare werzîşê bike ne jî biçe sohbetê. Semîh ji me re got, 'Li vir jî mafên me asteng dikin.' Divê kurd li kolanan bibin dengê van çalakiyan." 
 
Senem Derîn, xwişka Vedat Derîn ê ku di sibata 2015'an de li navçeya Wêranşar ya Rihayê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "çalakiyên li ser navê rêxistinê" hat girtin û 15 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, anî ziman ku bi girtiyan re malbat jî tên cezakirin. Derînê got: "Dixwazin girtiyan bişînin girtîgehên dûr û têkiliya wan bi malbatên wan re qut bikin. Hewl didin vîna wan bişkînin. Herî dawî dema em bi telefonê axivîn da zanîn ku di çalakiyê de ne. Em jî dixwazin dengê birêz Ocalan bibihîzin, em dixwazin azad bibe."