Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe

  • rojane
  • 09:40 25 Nîsan 2024
  • |
WAN - Kurê Makbûle Ozer a ji nû ve hatiye girtin Medenî Ozer wiha got: “Jinekî 82 salî çawa dikare di girtîgehê de bimîne. Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe.”
 
Li Wanê di 24’ê tîrmeha 2018’an de Makbûle Ozer û hevjînê wê Hadî Ozer di serdagirtina malê de hatin binçavkirin. Derbarê Ozeran de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” doz hate vekirin û 2 sal 6 meh cezayê hevsê li herdu hevjînan hate birîn. Cezayên Ozeran ji hêla Dadgeha Bilind ve hate êrikirin û herdu di 9’ê gulana 2022’yan de şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê.
 
Cezayê Makbûle Ozer a ji sedî 61 astengdar, ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk, salekê hate taloqkirin û di 7’ê îlona 2022’yan de hate berdan. Hadî Ozer jî piştî ku cezayê xwe temem kir hate berdan. 
 
Piştî ku Saziya Tipa Edlî  (ATK) derbarê Makbûle Ozerê de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” amade kir Ozer di 22’yê nîsanê de dîsa hate girtin. 
 
‘EM VÊ BÊHIQÛQIYÊ QEBÛL NAKIN’
 
Kurê Ozerê Medenî Ozer bertek nîşanî girtina dayika xwe da û anî ziman ku dayika wî nikare pêdiviyên xwe çareser bike. Ozer derbarê mijarê de ev tişt got: “Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Tu eleqeya girtina dayika min bi hiqûqê re nîn e. Dayika min li dijî dewlet an jî pergalê sûcek nekiriye. Em dixwazin di vî welatî de aştî, xwişk û biratî çêbe. Lê belê bi israr polîtîkaya înkar û îmhakirinê didomînin. Dayika min ji ber nexweşiyên xwe bi darê zorê xwe li ser piya digire. Em ji vir bang li ATK’ê dikin; jinekî 82 salî çawa dikare di girtîgehê de bimîne. Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe. Ez dubare beng li berpirsyaran dikim; demildest xeletiya xwe rast bikin û dayika min berdin.”