Li Amedê cînayeta kar

  • rojane
  • 15:36 25 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Hesteyê hesin Aburrahman Ateş (43) ku d înşaeta vîlayeke li Peyasê de dixebitî, di encama cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da. 
 
Li ser înşaeta vîlayeke li navçeya Peyas Amedê cînayeta kar çêbû. Hesinên ku operator bi makîneya kar vediguhest, di dema xebatên avêtina hîm de ketin ser hosteya hesinan Abdurrahman Ateş. Li ser îxbarê ekîbên tenduristî û polîsan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Piştî midaxileya ewil, Ateş rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Lê tevî hemû midaxileyan jî nehat rizgarkirin. 
 
Operatorê makîneya kar bi kar di anî hate binçavkirin.