Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye

  • rojane
  • 19:46 26 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê, di roja 87'an de berdewam kir. 
 
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê de hevjîn û 2 kurên wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterên AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, li pêşiya Wezareta Edaletê di roja 87’emîn de didome. Şenyaşar nobeta xwe bi kurê xwe ê Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar re domand. 
 
Çalakiya rûniştinê ya Sevînç Çakara kurê wê di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatiye girtin û bi Emîne Şenyaşarê re rûdine, di roja 12’emîn de berdewam kir.