Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê

img

AMED - Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Amedê Serhat Kiliç ku pêşnûmaya mufredata nû ya Wezareta Perwerdehiyê wekî "yektîp" nirxand, got: "Divê di mufredata nû de perwerdehiya bi zimanê zikmakî hebe. Divê demokratîk, zanistî û laîk be." 

Wezareta Perwerdehiyê, pêşnûmaya xwe ya mufredata nû ya bi navê "Modela Maarîfê ya Sedsala Tirkiyeyê" eşkere kir. Wezîrê Perwerdehiyê Yûsûf Tekîn derpêş kir ku armanca wan a bi vê mufredatê ew e ku zarokên "girêdayî nirxên xwe û karibin xeyalên xwe pêk bînin" bigihînin. 
 
Ev yek, bû cihê bertekan. Ji lew re di mufredata nû de zarok wê ji pola 4'an ve rastî dersên dîn bên. 
 
Hevserokê Şaxa Hejmara 2'yan a Egîtîm Sen a Amedê Serhat Kiliç, pêşnûmaya perwerdehiyê ya nû ya Wezareta Perwerdehiyê nirxand. 
 
‘MODELEKE YEKTÎP'
 
Kiliç bilêv kir ku di heyama AKP'ê de mufredat du caran hatiye guherandin û got: "Gelek tiştên ku bandorê li perwerdehiyê dikin hene; lê ya herî girîng jî mufredat e. Li ku dera Tirkiyeyê dibe bila bibe, xwendekar ji kîjan nasnameyê dibin bila bibin, wê mufredateke dişbin hev bibînin. Yanî ev pêvajo tevahiya welêt eleeqedar dike. Ji bo vê mufredatê gotin 'xwecihî û neteweyî'. Bi vê re dixwazin yekdîn, yekbaweriyê di perwerdehiyê de rewa bikin." 
 
'PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ'
 
Kiliç destnîşan kir ku pêdivî bi mufredateke ku pêdiviyên tevahiya civakê di xwe de dihewnîne heye û got: "Divê di mufredatê de perwerdehiya bi zimanê zikmakî hebe. Ev bi tena serê xwe pirsgirêkek e. Divê perwerdehî bi zimanê zikmakî be. Divê demokratîk, zanistî û laîk be. Divê mufredateke li ser van rêgezan bê amadekirin."