Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê bi hinceta ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bûye hunermendê kurd Hamza Cehferî binçav kir. 

Polîsên rejîma Îranê di encama serdegirtina malê de hunermendê kurd Hamza Cehferî binçav kir. Li gorî nûçeya çapemeniya Rojhilat a duh; hunermend Cehferî bi hinceta ku tev li pîrozbahiyên Newrozên Îlam û Şinoyê bûye hatiye binçavkirin. 
 
Rejîma Îranê di meha nîsanê de 33 welatiyên kurd bi hinceta tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê binçav kiriye.