Derhêner Kesîk hate berdan

img
ÎZMÎR - Derhênerê dîmenê Koray Kesîk ê li Îzmîrê hatibû binçavkirin, ji hêla dadgehê ve hate berdan. Ji Kesik pirsên têkildarî kişandina dîmenên belgefîlma Bakur hatin pirsîn. 
 
Di şeva 2’yê gulanê de derhênerê dîmenê û çêkerê belgefîlman Koray Kesîk ê li Îzmîrê di serdagirtina malê de hatibû binçavkirin, piştî karûbarê îfadeyê yên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin. Ji Kesîk kişandinên belgefîlma Bakur a ku di sala 2015’an de hatibû kişandin, hatin pirsîn. Herwiha tev li bûna pîrozbahiyên Newrozê jî ji Kesîk jî hate pirsîn.  
 
Kesîk ê ji hêla dozger ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Sûlh Cezayê hatiye kirin, bi qedexeya derketina derveyî welat, hate berdan.