Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê

img
ÎZMÎR - Rêxistina TOP'ê ya Îzmîrê, ragihand ku dê di 8'ê Gulanê de ji bo Sedanûr Ûgûr û Sibel Orkmez ên di dema protetsoyên Wanê de hatin girtin, li ber girtîgehê bin. 
 
Rêxistina Partiya Azadiya Civakî (TOP) a Îzmîrê, der barê Sedanûr Ûgûr û Sibel Orkmez ên di dema protestoyên Wanê de hatin girtin, li avahiya TOP'ê ya Îzmîrê daxuyanî da. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Partiya Tevgera Kedkaran û endamên Platforma Çîna Şoreşgerên Serbixwe piştgirî dan daxuyaniyê. 
 
Di daxuyaniyê de ewilî endama Piştevaniya Morê Dîdar Gul axivî. Gulê destnîşan kir ku heya Ûgûr û Orkmez bên berdan dê bitokoşin û got ku ew ê di 8'ê Gulanê de biçin ber Girtîgeha Jinan a Şakranê û îşkenceya hatiye kirin teşhir bikin. 
 
Paşê Rêveberê Şaxa ÎHD a Îzmîrê Ahmet Çiçek axivî. ÇÎçek jî destnîşan kir ku ger mirov nikaribin bi awayekî azad fikirên xwe bînin ziman ne pêkan e mirov behsa azadiya fikr û ramanê bike û xwest ku Qanûna Hejmara 2911'an bi temamî ji holê bê rakirin. 
 
Herî dawî Berdevkê TOP'ê yê Îzmîrê Erkan Gokber axivî. Gokber jî anî ziman ku ew ê têkoşîna girtiyan li kuçeyan bidomînin û got ku ew ê îşkebceya li girtiyan tê kirin û binpêkirinên mafan ên lig ritîgehan teşhir bikin.