Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn

img
MÊRDÎN - 21 siyasetmedarên kurd ên ku ji ber rêveberiya xweser a Dêrikê der barê wan de doz hatibû vekirin, 13 jê bi hinceta îfadeya "şahidên veşartî" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
 
Danişîna biryarê ya doza der barê 21 siyasetmedarên kurd ên di salên 2015-2016'an de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji ber rêveberiya xweser hatibû vekirin, hat dîtin. Siyasetmedarên ku bêgirtî tên darizandin beşdarî rûniştina ku li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin nebûn, parêzerên wan amade bûn. Dozger nêrîna xwe ya danişîna berê dubare kir û ji bo 21 kesan cezayê girtîgehê xwest.
 
Parêzeran diyar kirin ku di danişîna berê de jî parastina xwe ya li dijî dozger dubare kirine û xwestin miwekîlên wan beraet bikin.
 
Siyasetmedar Adil Dolcek, Hamdûllah Dûran, Îbrahîm Ektîren, Mehmet Siddik Şanli, Nûrettin Ektîren, Remzî Kiran, Sedat Mercen û Zeynep Demîr beraet kir.
 
Dadgehê bi hinceta îfadeya "şahidê veşarî" li Abdûlhamit Aksoy, Bedirxan Ektîren, Bedirxan Eye, Bedran Savûcû, Cengîz Gezer, Îhsan Demîr, Mahmût Aktaş, Mehmet Bîlgen, Mehmet Siddik Aksak, Mehmet Şîrîn Eye, Ramazan Ozdogan, Semih Bîlgen û Tarik Ektiren ji ber sûcê "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.