ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN

img
 
* Bi hinceta "cezayê disiplînê" 3 mehê din jî cezayê qedexekirina hevdîtinê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat birîn ku 38 meh in tu agahî jê nayê girtin. 
 
* Şêwirmenda Tirkiyeyê ya PEN International a Norwecê Carlonioe Stocfor ku îdianameya der barê 38 rojnamevanan de vekoland, got ku tiştên rojnamevan bi wan tên tawanbarkirin rê li ber binpêkirinan vedikin. 
 
* Di rapora pêzaniyê ya têkildarî kana mermeran ya li Dêrsimê de, hat diyarkirin ku dibe ku zirareke manewî bigihêje navenda baweriyê Ocaxa Derwêş Cemal. 
 
* Mudetnameya girtî Zekî Kayarê ku diviyabû di 2025'an de bihata berdan, heya sala 2031'ê hat dirêjkirin. 
 
* Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku li dijî polîtîkayên şerê taybet "Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê" amade dike, banga "li dijî "tiryakê tîma xwe ava bike" kir. 
 
* Mahmût Aycan ku di têkoşîna nasnameyê de gelek caran hatiye binçavkirin û rastî îşkenceyê hatiye, niha li dijî pençeşêrê li ber xwe dide. Aycan got: "Ger min karibûya ez ê îro jî daxilî nava xebatan bûbûma. Ez tim dibêjim xwezî ez hinekî din jî bixebitiyama." 
 
* Rêvebera ÎHD’ê Hatîce Onaran bertek nîşanî girtin û binçavkirina rojnamegeran da û wiha got: “Çapemeniya Azad pireke ber bi gel ve ye. Divê darizandinên derhiqûqî tavilê bi dawî bibin.” 
 
* Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de dadgeha herêmî hemû delîl jinedîtî ve hat û derheqê 18 bersûcan de biryara beraetê dabû. Dadgeha Îstînafê jî bi îdia kir kul “di delîl û kirariyan de kêmasî tune ne” û biryar di cih de dît. 
 
* Xizmên girtiyan ên tev li çalakiya bi dirûşma “Deng bide azadiyê” bûne, diyar kirin ku ew xwedî li daxwazên zarokên xwe derdikevin û ew di çalakiya xwe de biisrar in. 
 
* Şaxa OHD’a Rihayê dê têkildarî sewqkirina girtiyan ku di demên dawî de zêde bûne, li avahiya şaxê daxuyaniyê bide. (11.00)
 
* Danişîna 15’emîn a hunermend Ferhat Tunç ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya dijîtal ên di sala 2016’an de bi îdiaya “heqaret li serokkomkar kiriye” tê darizandin, dê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Buyukçekmeceyê ya Stenbolê bê lidarxistin. (11.05)
 
*Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di Civîna Koma Meclisê de biaxive. (12.45) ZINDΠ
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê têkildarî rojnamegerên hatine binçavkirin li pêşiya avahiya bajar daxuyaniyê bide. (13.00)
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Bêrecûkê dê bi mebesta protestokirina Mehmet Begît ku piştî hat hilbijartin îstîfa kir, li pêşiya avahiya şaredariyê daxuyaniyê bide. (13.00)
 
* DEM Partî dê li Curnê Reş ku biryara dubarekirina hilbijartinê hatibû dayîn, bi vekirina buroya hilbijartinê starta xebatên hilbijartinê bide. (17.00)  ZINDÎ
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (15.00-17.30)