Li mihrîcanê aktîvîteya zarokan û nîşandana şanoyê

  • rojane
  • 22:44 26 Tîrmeh 2024
  • |
DÊRSIM - Li Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ji bo zarokan hin akîtîvet hatin kirin û şano hate lîstin. 
 
22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku bi dirûşmeya “Em ê destûrê nedin talankirina xwezaya me û desteserkirina îradeya me” tê lidarxistin di roja 2’yemîn de bi hin aktîvîteyên cur bi cur berdewam kir. Bi tevlibûna gelek zarok û welatiyan ji aliyê koma Kûmpanyaya Bukokan li Parka DSÎ’yê  nîşandana bukokan û aktîvîteya boyaxkirinê hate kirin. Zarokên ku di nîşandana bukokan de keyfxweş bûn, dema boyaxkirinê de wextê xwe gelek baş derbas kirin. 
 
Li aliyê din ji aliyê Koma Şanoyê ya Komeleya Xweza û Çandê ya Dêrsimê (DKDDER) ve li Qada Seyît Riza bi kurdî û tirkî şano hate lîstin. Di aktîvîteya ku gelek kes beşdar bûn de şanogeran bal kişand ser geşedanên rojane û ziman. Bi sedan kesên ku şano temaşekirin gelek keyfxweş bûn.