Nobetên qeyûm: Heke berxwedaneke civakî çênebe dê agir bikeve mala herkesê

  • rojane
  • 23:18 26 Tîrmeh 2024
  • |
MÊRSÎN / STENBOL - Di nobeta qeyûm a li Mêrsînê de karîkaturên ku girtiyan xêzkirine hatin pêşandan. Di nobeta li Stenbolê de jî ev peyam hate dayîn: “Heta ku bersiva berxwedaneke civakî ji qeyûm re neyê dayîn dê ev agir bikeve mala herkesê.”
 
Çalakiyên nobetan ên piştî di 3’yê hezîranê de qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hate kirin û hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hate girtin hatibûn destpêkirin didomin. Di nobetên ku li Stenbol û Mêrsînê tên meşandin de bigotina “Qeyûm desteserkirina îradeya gel e” hate destnîşankirin ku dê li dijî vê yekê têkoşîn bidome. 
 
STENBOL  
 
Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê dane destpêkirin di roja 45’emîn de berdewam kir.  Di çalakiya ku tîşortên li ser “Qeyûm bicihime” li xwe hatin kirin de pankarta “Taksîm Colemêrg ên me ne, ji 1’ê Gulanê re azadî, qeyûm bicihime” hate vekirin. Di çalakiya ku gelek welatî beşdar bûn de stranên kurdî û tirkî hatin lêxistin. Di çalakiya ku tilîlî û çepik lê kêm nebûn de beşdarvanan govend gerandin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Qeyûm dê biçe em ê bimînin” “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Bila bimre faşîzm” û “Li ber xwe bide Colemêrg Stenbol bi te re ye” hatin berzkirin.
 
Endamê Komeleya Alîgirên Mezopotamyayê Mûhammet Aslan ê di nobetê de axivî, wiha got: “Heta ku em li ber xwe nedin û ne têbikoşin tayînkirinên qeyûman dê bidomin. Çawa ku di salên 90’an de mezinên me li ber xwe dan em jî dê weke zarokên wan li ber xwe bidin serî natewînin. Heta ku bersiva berxwedaneke civakî ji qeyûm re neyê dayîn dê ev agir bikeve mala herkesê.”
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Bakirkoyê ya beriya niha Fethiye Kizmaz jî wiha got: “Polîtîkayên qeyûm ku di cîhanê de mînaka wê nînin li dijî gelê kurd tê pêkanîn. Em ê bi hêza gelê xwe van pêkanînên faşîzan derbas bikin. Em ê bi hemû hêza xwe li qadan bin. Qeyûm dê biçe em ê bimînin.”
 
MÊRSÎN  
 
Çalakiya nobetê ya hefteyê carekê li ber Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê tê lidarxistin didome. Gelek partiyên siyasî, nûnerên sendîkayan û welatî beşdarî nobetê bûn Di çalakiya ku pankarta “Qeyûm desteserkirina vîna gel e, darbeya li demokrasiyê hatiye xistin e” hate vekirin de her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana Colemêrgê” hate berzkirin.  
 
KARÎKATURÊN GIRTIYAN HATIN PÊŞANDAN
 
Nobet, bi pêşengeha ku bi navê “Xêzên ku dîwaran qul dikin” a karîkaturên girtiyên siyasî di nav de ne û Adîl Okay organîze kiriye dest pê kir.  Okay, diyar kir ku pêkanîna qeyûman desteserkirina îradeyê ye û wiha got: “Ev pêkanîn darbeya ku li demokrasiyê hatiye xistin e. Îro em ji bo tevkariyê li têkoşîna demokrasiyê bikin hatin bahev. Em ji bo li dijî qeyûm deng derxînin li vir in. Em jî weke Kolektîfa Gorulmuştur me girtiyên siyasî re ku li girtîgehê “ji qeyûm re dibên na” , “Ji sansurê re dibêjin na” pêşangehek amade kir. Bikirin ku ev mirov ji bo we li girtîgehê ne û em dibêjin ‘Hûn jî navnîşanekê bigirin û hûn jî nameyekê binivîsin.’”
 
Çalakiya Nobetê bi stranên ku Serdar Keskîn gotin re berdewam kir.