Dê giliyê kesên heywanên mirî danîn stargehê bê kirin

  • rojane
  • 09:57 21 Cotmeh 2024
  • |
img
ÎDIR - Şaredariya Îdirê da zanîn ku dê giliyê kesên heywanên mirî danîn Stargeha Heywanan a girêdayî şaredariyê bike.
 
Hinek kesên nasnameya wan nehate tespîtkirin, kûçikên di demên berê de mirîn danîn Stargeha Heywanan a girêdayî Şaredariya Îdirê. Şaredariya Îdirê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da û da zanîn ku ev yek bi zanebûn û ji bo reşkirinê hatiye kirin. 
 
Şaredariyê da zanîn ku kesên heywanên mirî anîn bi dîmenên kamerayan hatine tespîtkirin û dîmen parve kir. Şaredariyê da zanîn ku ew ê derheqê kesên heywan qetil kirin, bi veşarî ketin stargehê û ev heywan danîn wê derê û bi vê yekê xwestin şaredariyê reş bikin de serlêdana sûc bikin. Şaredariyê got ku dîmenên heyî bi cendirmeyan re hatine parvekirin û dê li dozgeriyê serlêdana sûc bikin.