Çar kesên li Stewrê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • rojane
  • 11:54 21 Cotmeh 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Li navçeya Stewrê çar kesên duh hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 

Li gundên Elfan û Barman ên ser bi navçeya Stewra Mêrdînê ve duh piştî qedexeya derketina derve hatibû ragihandin, çar kes hatibûn binçavkirin. Alî Gunay, Mehmet Huseyîn Gunay, Yusuf Algan û Mehmet Erdem ên bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” hatibû binçavkirin, li Qereqaola Cendirmeyan a Bajêr îfadeyên wan hatin girtin. Piştî îfadeyan her çar kes hatin berdan.