Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir

  • rojane
  • 14:43 29 Mijdar 2024
  • |
img

DÊRSIM - Qeyûmê Şaredariya Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglû, cîgirên hevşaredar Mûstafa Taşkale û Umît Kaya ji peywirê girt û li şûna wan Alî Tekataş ê bi nelirêtiyên xwe di rojevê de tayîn kir. 

Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul di 22’yê mijdarê de ji peywirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Waliyê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglû li Şaredariya Dêrsimê û qeymeqamê Pulurê Huseyîn Şamîl Ozen jî yê li Şaredariya Pulurê weke qeyûm hat tayînkirin. 
 
Qeyûm Bulent Tekbiyikoglû weke karê ewil, cîgirên hevşaredar Mûstafa Taşkale û Umît Kaya ji peywirê girt û li şûna wan, Alî Tekataş ê AKP’î ku gelek caran bi nelirêtiyên xwe bûbû rojev tayîn kir. 
 
JI WANÊ BER BI TRABOZONÊ VE 
 
Tekataş, di sala 2017’an dema Mûrat Zorluoglû weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatî tayînkirin, weke Midûrê Giştî yê Karên Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê (VASKÎ) xebitî. Piştre jî weke Midûrê Îdareya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê ya Trabzonê (TÎSKÎ) hate tayînkirin. Piştî hilbijartinên 31’ê adarê jî ji bo şaredartiya Xarpêtê bû bernamzetê AKP’ê. Lê weke namzet nehat nîşandan. Li ser vê yekê kadroya wî derbasî Midûriyeta Nivîsgeha Taybet a Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê. Bi hinceta “rapora wî heye” li şaredariyê nexebitî. 
 
Tekataş ê AKP’î weke cîgirê şaredarê Dêrsimê dest bi kar kir. 
 
JI YENÎ ŞAFAKÊ ÎDIAYA ‘NELIRÊTIYÊ’ 
 
Rojnameya Yenî Şafakê ku nêzî îktîdarê ye, derheqê Tekataş de bi ser navê “Dosyaya wî ya bêusûliyan giran e” nûçe çêkiribû. Nûçe di sala 2023’yan de hatibû weşandin û wiha dihat gotin: “Tê îdiakirin ku bernamzetê AKP’ê yê Xarpêtê Tekataş dema li Midûriyeta Herêmê ya Xarpêtê ya Şîrketa Anonîm a Banka Îllerê dixebitî, gelek karên nehiqûqî kiriye. Tekataş ê ku hat zanîn ku zextê li xebatkarên xwe yên li dijî bêusûliyan derdikevin dike û ji fîrmayan qezenca madî bi dest xist, rê li ber nîqaşan vekir.”