WAN - Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Salîh Coşkûn diyar kir ku zextên li ser girtiyan ji ber tecrîda Îmraliyê pêk tên û got ku darizandinên bi hinceta ji girtiyan re pere hatiye şandin, tu bingeheke xwe ya hiqûqî tune ye.
Zextên darazê yên li ser malbat, wasî, parêzer û xizmên girtiyan ên ji girtiyan re pereyan dişînin berdewam dikin. Kesên ku pere radizînin an tên binçavkirin, an doz li wan tên vekirin, an jî tên girtin. Sedema binçavkirin, girtin û dozan jî wekî “Ji bo rêxistinê dabînkirina fînansê” tê nîşandan.
Li dijî bêhiqûqiya heyî, di 21'ê Mijdarê de bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re ya Amedê (TUAY-DER) bi dirûşmeya "Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e" kampanya hat destpêkirin. Gelek sazî û rêxistinan jî piştgirî dan kampanyayê.
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê parêzer Mehmet Salîh Coşkûn der barê pêkanîn û kampanyayê de axivî.
'DIVÊ ÊDÎ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ'
Coşkûn bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye da û got: “Bi awayekî birêkûpêk cezayên dîsîplînê tên birîn û hevdîtina malbat û parêzeran tê qedexekirin. Piştî 43 mehan bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî û piştre careke din qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran re hat dayîn. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li tevahiya civakê û girtîgehan belav bûye. Abdullah Ocalan der barê pirsgirêka kurd de çi bêje girîng e. Di çareserkirina vê pirsgirêkê de çgotinên wî girîng in. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî behsa tecrîdê kir. Tê gotin ku divê Abdullah Ocalan li parlamentoyê biaxive. Wekî ÎHD em her tim wiha difikirin. Em diyar dikin ku divê Abdullah Ocalan jî wekî hemû girtiyên din bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û li ser bingehên hiqûqî hevdîtinan pêk bîne."
Coşkûn anî ziman ku şandina pereyan ne sûc e û wiha got: “Girtî dikarin van pereyan di bin çavdêriya rayedarên girtîgehê de bi hesabê li ser navê xwe bi kar bînin. Bi rastî li wir sûcekî ku nayê kirin heye. Girtî wan pereyan di bin kontrola dewletê de bi kar tînin. Li ser pereyên ku malbat, parêzer û xizmên wan şandine der heqê kesan de lêpirsîn hat destpêkirin. Di encama darizandinan de ceza tê dayîn. Berê jî cezayên ku di van dozan de dihatin birîn, bi beraetê bi encam dibûn. Mixabin di van demên dawî de guhertinek hatiye kirin û li kesên ku pere razînin ceza tê birîn. Tu bingeha van dadgehan tune ye. Divê demildest dest ji vê pratîka şaş bê berdin. Pêwîst e dest ji polîtîkayên ku rê li girtiyan digire ku mafên xwe yên civakî û aborî bi kar bînin, bên berdan."
Coşkûn anî ziman ku kampanya li hemberî zextên ku di demên dawî de ji aliyê darazê ve zêde bûne wekî bertek hatiye destpêkirin û wiha dewam kir: “Tu hêleke hiqûqî ya van darizandinan tune ye. Hemû mafên girtiyan di bin çavdêrî û kontrola rêveberiya girtîgehê de ne. Em ê vê pêvajoyê jî bişopînin."