SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist

  • rojane
  • 08:31 1 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê ragihand ku artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand û 16 gundên bajar ketine bin kontrola HTŞ’ê. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hêzên Şamê ji bajarê Hemayê vekişiyan. Lê di raporên dawîn de hat gotin ku hêzên Şamê venekişiyane. Li Idlibê jî, çeteyan ragihand ku bajarê Meret Numan û Xan Şêxon xistine bin kontrola xwe. 
 
SOHR`ê destnîşan kir ku hêzên Şamê ji bajarê Hemayê vekişiyane û anî ziman ku karwanên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê ji Hemayê ber bi Humsê ve vekişiyane. SOHR`ê diyar kir ku çeteyên Heyet`ê 16 gundên Hemayê xistine bin kontrola xwe.
 
Li aliyekî din jî hêzên Şamê got ew hîna li nuqteyên xwe yên li bakur û rojhilatê Hemayê ne û amade ne bersiva êrişên çeteyan li dijî Hemayê bidin.